Qasim Şeşo: PKK nahêle Şingal were rizgarkirin

05-11-2015
RÛDAW
Gerîlayên PKKê li nav Şingalê
Gerîlayên PKKê li nav Şingalê
A+ A-

 

Sinûnê (Rûdaw) – Operasyona kontrolkirina bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê hat paşxistin. Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî ragihand, sebeba serekî ya vê yekê PKK ye.

Ev demek e operasyona kontrolkirina bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye lê li gorî agahiyên Rûdawê, operasyon hatiye paşxistin.

Li ser sebeba paşketina operasyona Şingalê, fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re got, sedema serekî ya vê yekê PKK ye.

Qasim Şeşo diyar kir ku nabe PKK li Şingalê bimîne çimkî cihê çalakiyên PKKê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Şeşo anî ziman ku ew razî ne fermanek din bi ser kurdên êzîdî de were lê razî nînin PKK li Şingalê bimîne.

Wî fermandeyê êzîdî yê Pêşmerge anî ziman ku ew naxwazin şerê birakujiyê derkeve û got, ew (PKK) dixwazin dema Şingal rizgar bû, bikin milkê xwe!

Qasim Şeşo bang li hêzên YPG û PKKê yên li Şingalê kir û got, bila rewş negihe wê rojê ku em tiliya xwe bi çavên hev re bikin. Ew jî kurd in birayên me ne bila kerem bikin herin Sûriyê rizgar bikin Tirkiyê rizgar bikin, dema me alîkariya wan nekir wê demê heqê wan heye gazindan bikin…

Alîkarê fermandeyê şervanên êzîdî yên Şingalê, Heso Mişko jî bang li partiyên siyasî kir nakokiyên xwe li cihekî din çareser bikin û got, em hêvîdar in partiyên siyasî û Barzanî hîn zêdetir alîkariya êzîdiyan bikin û mecalê bidin êzîdî bibin yek…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst