Çûnûhatin bi deriyên sînorê re zêde bûye

05-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Refrandum Serxwebûn Kurdistan Geştên Asmanî Dorpêç
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê geştên asmanî bi ser Herêma Kurdistanê ve dan rawestandin geştên bejayî yên bi deriyê sînorî re ji sedî 20 zêde bûye.


Piştî giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê welatên cîran û Iraqê li hemberî Herêma Kurdistanê çend muayîde bicî kirin.


Li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, roja îna 29ê îlona 2017an, saat 18.00 hemû geştên asmanî li Kurdistanê hatine rawestandin.


Li gor daneyan piştî rawestandina geştên asmanî bi rêya deriyê sînorê yê Îbrahîm Xelîl re rojanê 7 hezar kes çûnûhatinê dikin.


Ajokarên di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de dixebitin dibêjin li gorî berê karên wan zêdetir bûye û xelk zêdetir deriyê sînorî bikar tînin.


Ajokarê bi navê Segvan Êlî ji Rûdawê re wiha got: “Piştî ku raqê geştên asmanî bi ser Herêma Kurdistanê ve hatin rawestandin karê me baştir bû. Berê ez di hefteyekê de carek an jî du caran diçûm Hewlêrê û dihatim lê niha heroj diçim û têm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst