Cenazê keça windabûyî hat dîtin

05-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Cenazê keça windabûyî Leyan Fatimê hat dîtin.

 

Keça 4 salî Liyan Fatimê ku duh bi birîndarî li nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê winda bibû, îro cenazê wê li nexweşxaneya Niştimanî ya wî bajarî hat dîtin.


Leyan Fatimê di encama teqîna Hesekê de birîndar bû, û ji bo nexweşxaneya Hikmê yabajarê Hesekê hatibû şandin, lê piştre malbata wê ragihandin ku keça wan leyan winda bûye û pêwenda bûye û nexweşxana Hikmê tê zaniyariyan li ser wê keçê nizane, lê îro cenazeyê Leyan li nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Hesekê hat dîtin.


Herweha keçeke din 6 salî bi navî Sîma Esed Hiso, di roja teqînê de winda bû û hat zanîn wê jî li cihê teqînê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê perçe perçe bûye.


Li bajarê Hesekê yê Rojvayê Kurdistanê duh êrîşeke xwekujî  ji aliyê DAIŞê li ser daweteke kurdan hatibû kirin ku tê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da 90 kes jî birîndar bûne.



DAIŞê ew êriş li xwe girt û ragihand beriya ku êrişker xwe biteqînê gule kesên di nava dawetê de gulabaran kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst