FLAŞ - Artêşa Tirkiyeyê sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike

05-10-2015
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Tirkiye Başûrê Kurdistan Topbaran Batîfa Zaxo
A+ A-

Dihok (Rûdaw) -  Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbarankirina Başûrê Kurdistanê kir.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, îro 5ê Cotmehê demek berî niha topxaneya Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbarankirina çend deveran li sînorê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê kir.

 

Hat zanîn, Artêşa Tirkiyeyê her du gundên Keşan û Şîlan ên girêdayî bajarokê Batîfayê bi dijwarî dane ber topan.

 

Li gor agahiyan, topbarana wan her du gundan heya niha jî ddiome.

 

Derbarê zirarên êrişan de heya niha ti agahî nehatiye zanîn.

 

Bajarokê Batîfa ser bi navçeya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst