Girtiyê Kurd ê kal ji ber rewşa tendirustiyê rakirin nexweşxaneyê

05-09-2022
Mehmet Emin Ozkan 3 rojin li nexweşxaneya Gazî Yaşargîl e
Mehmet Emin Ozkan 3 rojin li nexweşxaneya Gazî Yaşargîl e
Nîşan Mehmet Emin Ozkan Girtî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyê Kurd Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî,  ku ji ber bûyerên di 22ê Cotmeha 1993an de li navçeya Licê ser bi Amedê ve girtî ye û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn hat dîtin, roja 2ê vê mehê ji ber nexweşiyê rakirine Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê û xistine bin çavdêriya hûr.

Doh jî Mehmet Emîn Ozkan birine beşê asayî ê çareserkirina nexweşan. Malbata Ozkan ev zanyarî gihandine dezgehên ragihandinê.

Ozkan ev 27 sal in di zîndanê de ye û ew bi kuştina Tuggeneralê Artêşa Tirkiyê Bahtîyar Aydin tê tometbarkirin ku sala 1993an li Licê hatibû kuştin, lê tu belge di vê derbarê de nînin ku vê tawanbariyê piştrast bikin.

M. Emin Ozkan ê 83 salî ev 26 sale di zîndanê de ye û pênc caran krîza dil derbas kiriye. Ligel vê jî nexweşiyên wî wek alzeymir, anevrizm, tansiyon, guatr, gurçik û roviyan jî hene. Herwiha ji ber nexweşiyên wî lê giranbûne nikare pêwîstiyê xwe bi cîh bîne û tevbigere. Berî niha ligel ku raporta wî hebû ku divê li girtîgehê nemîne jî nehat berdan û serlêdanên hatine kirin jî bê encam hatine hiştin. Jiber rewşa Ozkan di asteke krîtîk de ye heta niha jî bo bê berdan her hewldan berdewam in.

Mihemed Emin Ozkan di sala 1996an li bajarê Mêrsina Tirkiyê hat desteserkirin û bi tometa endamtiya PKKê hat girtin. Ligel ku tu belge nebin jî bi kûştina Fermandarê cendermeyan Bahtiyar Aydin  û ji komkûjiya  Lîcê hat dadgehkirin.

Bahtiyar Aydin di sala 1993an de hat kûştin û piştî 3 salan Mehmet Emin Ozkan bi îdîaya kûştina wî hatibû girtin. Gotinên kesên îtîrafkar wek delîl hatin qebulkirin û ceza hat dayîn.

Komkûjiya Lîcê ku Artêşa Tirkiyê bi hinceta ku PKKê Fermandarê wan kûştiye operasyonek destpêkiribûn û di encamê de 15 sîvîl û serbazek hatibûn kûştin.

Serokê berê yê Amedê Tahir Elçî di sala 2015an de gotibû: “Di vê dozê de berpirsiyartiya hikûmetê heye lê mixabin hê jî tenê li ser 2 kesan dosya amade kirine. Hikûmet dibêje emê bi encam bikin lê derew e. Ji ber hê jî ne navnişan ne jî nasname tiştek destnîşan nekirine bo dadgehê.”

Li gor belgeyên germî li Lîcê 4001 mal û 242 dikan şewitîn. Komkûjiya Lîcê 3 rojan berdewam kir û piştre xelkê navçê ji ber neçarî koç kir û nifûsa Lîcê ku 13 hezar bû 2 hezar û 500 kes jê kêm bûn.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di sala 2020an de derbarê bûyerê de biryar girt ku Tirkiyê 205 milyon sterlîn qerebûy bide kesên bûne qurbanî.

Komkûjiya Lîcê jî wek bûyereke kiryarê wê nediyar-faîlî meçhul maye û di encamde tu ceza nehatiye dayîn.

Ligel ku Mihemed Emin Ozkan ji vê dosyayê jî azad bû, lê hê jî di bin îşkenceya polîsan de û rewşa tenduristiya wî xirabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst