Hêzên Asayişê grûpeke DAIŞê girtin ku dixwestin li Hewlêrê êrişan pêk bînin

05-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro danpêdana grûpeke terorîstî ya DAIŞê belav kir û ragihand, vê grûpê plan kiribû ku hejmarek kiryarên terorîstî li nav bajarê Hewlêrê pêk bînin, bi taybet bazarên qelebalix, kesên biyanî û hêzên ewlekariyê bikin armanc.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, “ev grûpa terorîstî ya DAIŞê pêkhatiye ji yekîneyeke ewlehiyê û di plana wan de hebûye ku li nav bajarê Hewlêrê karên terorîstî pêk bînin.”

Li gor daxuyaniyê, “ev grûpa terorîstî ji destpêka îsal ve ji aliyê Emna Giştî ya grûpa terorîstî ya DAIŞê ve hatiye çalakkirin û ji aliyê emîrekî emnî yê naskirî bi Ebû Haris ve ferman bi wan hatiye kirin daku kiryarên terorîstî li nav bajarê Hewlêrê bikin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, endamên wê grûpa terorîstî “hewl dane bombeyan derbasî nav bajarê Hewlêrê bikin û bi wan (bombeyan) di nav bajarê Hewlêrê de kiryarên terorîstî pêk bînin û kesên biyanî û emnî bikin armanc.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, bi hewldanên tîmên Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê û Rêveberiya Asayişa Hewlêrê, “berî pêkanîna kiryarên terorîstî, endamên wê tore li nav bajarê Hewlêrê hatine desteserkirin û plana wan hatiye pûçkirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye, ku “di lêkolînên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de derketiye holê ku grûpa terorîstî ya DAIŞê û serkirdeyên wan wek pêşeya xwe ya berê, bi awayekê berdewam di hewldanan de ne ji bo ku nûciwan û ciwanan, bi taybet ewên ku pêştir kesek ji endamên malbatên wan endamê DAIŞê bûne, çekdar bikin û bi wan kiryarên terorîstî pêk bînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandiye, 7 kes ji endamên vê grûpê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Kurdistanê ve hatine girtin, ku navê çar kes ji wan hatine aşkerekirin û wêneyên wan hatine weşandin, lê nav û wêneyên 3 kesên din “ji ber ku kêmtir ji 18 sal temenê wan e”, nehatine belavkirin.

Nasnameya 4 kesên endamên vê grûpê ku hatine aşkerekirin, wiha ye: “Heyder Ebdulwehab Cihêşî, Ehmed Heysem Ehmed Cihêşî, Sedam Ezîz Ebd Îdêwî û Hemze Îbrahîm Wesmî Obêd.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, dîmenên qeydkirî yên tomareke vidyoyî ya îtîrafên wan kesan jî belav kiriye.

Heyder Ebdulwehab Cihêşî di vê tomara vîdyoyî de dibêje, “Ebû Haris ji me xwest ku em hin cihên hundirê bazarê ji bo êrîşê diyar bikin, ku dê di medyayê de belav bibin.”

Endamên vê grûpa DAIŞê li Keleha Hewlêrê civiyabûn û li wir ji aliyê Ebû Haris ve hatibûn erkdarkirin ku dîmenên xwe wek endamên DAIŞ li hundir û nêzîkî bazarê bikişînin û vîdyoyan li ser Telegramê biweşînin da ku wiha nîşan bidin, ku milîtanên DAIŞê li nava bajêr hene.

Li gor îtîrafên wan, Ebû Haris herwiha ji endamên vê grûpê xwestibû ku hin deverên Hewlêrê diyar bikin ku “biyanî lê hene”. Ehmed Heysem, endamekî din ê grûpê di tomara vîdyoyî de dibêje,  Ebû Haris “ji me xwest ku em cihekî li dora kelehê bikin armanc”.

Keleha Hewlêrê li navenda paytexta Herêma Kurdistanê ye. Ew ji bo geştiyar û niştecîhan cîhek populer e, û li hindavî Meydana Şar û bazara navendî ya bajarê Hewlêrê ye.

Tevî ku DAIŞ di sala 2017an de li Iraqê ji aliyê erdnigarî ve hat têkbirin, lê belê bermahiyên wê rêxistina terorîstî li seranserê welêt, nemaze li deverên ku Bexda û Hewlêr li ser nakok in, hêj çalak in û tevgerên wan di demên dawî de jî zêde bûne.

Hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, vê havînê di du operasyonên mezin de  hejmarek endam û bergumanên DAIŞê girtibûn. Pênc di dawiya Tîrmehê de li Silêmanî û Helebceyê hatin girtin û pênc kesên din du hefte berê li Hewlêrê hatin girtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst