Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevniyê ya Tirkiyê ragihand ku firokeyên şer ên wî welatî herêmên Avaşîn, Basyan û Heftenînê bordûman kirine. Li gor daxuyaniyê 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane. PKKê jî diyar kir ku hêzên wan li Xakûrkê derb li helîkoptereke Tirkiyê xistine.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê, operasyonên li hemberî PKKê daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, firokeyên şer ên Tirkiyê, bi awayekî koordîneyî li gel operasyona ‘Pençe 3’ li herêmên Avaşîn, Basyan û Sînat-Heftenînê, binkeyên PKKê bombebaran kirine.
Herwiha li gor wê daxuyaniyê di wan êrişan de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û ew binke hatine jinavbirin.
Li hêla din Hêzên Parastina Gel(HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, derbarê şer û pevçûnên li gel Artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên wan roja 2ê Îlonê, li geliyê Şêxzade yê devera Xakûrkê, derb li helîkoptereke Tirkiyê ya ji cureyê kobra, xistine.
Di daxuyaniya HPGê de hatiye aşkerekirin ku firokeyên Artêşa Tirkiyê duh 4ê Îlonê, heman dever bombebaran kirine û di encamê de 2 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane. Herwiha hatiye gotin ku dê nasnameya wan gerîlayan piştre bê aşkerekirin.
Duh jî HPG di daxuyaniyekê de ragihandibû ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di roja 2yê Îlonê de hêzên wan li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirkiyê êrişek pêk anîne û hatibû gotin ku di wê êrişê de 13 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Îsmaîl Çatakli duh di civîna agahdarkirina mehane ya wê wezaretê de ragihand ku di operasyonên meha Tebaxê de 117 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Di van demên dawî de, Tirkiyê êrîşên xwe yên bo ser PKKê zêde kirine û ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêdibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse