Galeriya wêneyan

05-08-2018
15 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) – Di pêncemîn salvegera Koça Dawî ya helbestvanê navdarê Kurdistanî, Şêrko Bêkes de, doh Şemî 4ê Tebaxa 2018an li ser gora wî li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê, bi merasîmekê ev helbetvanê Kurd hat bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de, Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Mela Bextiyar û Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir derbarê jiyan û kar û çalakiyên Şêrko Bêkes de gotar pêşkêş kirin û çend helbest hatin xwandin û mûzîk jî hat pêşkêşkirin.

Her di vê merasîmê de CD yên helbesta Milwanke (Gerdenî) û çend nusxeyên pirtûka Nameyên Şêrko Bêkes li ser amadebûyan hatin dabeşkirin.