Germa havînê metirsiyan bi xwe re tîne

05-07-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bajarên herêma Serhedê ne tê de li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê di navbera 40 û 50ê de dileyîze. Li Amedê jî pileya germê derketiye heta 47 dereceyî. Zarokên jî ji ber germahiya zêde ji bo xwehênikirinê xwe diavêjin hewzan.

 

Di gellek çavkaniyên dîrokî de qala ava Enzele ango Eyn Zelalê tê kirin. Zarokên Amedê li ber Sûrên dîrokî di nav ava Enzeleyê de xwe hênik dikin.

 

Omer Yilmazer ê ku nû ji girtîgehê derketiye jî sê zarokên xwe aniye hewza Enzelê. Di rastiya xwe de hewza Enzelê hewzeke xemlê ye; ne ji bo melevanî û hênikirinê ye. Lê belê ji ber ku li van derdoran hewzên melevaniyê tune ye, zarok tên li vir dikevin avê. Li aliyê din malbatên zarok ji ber metirsiyên tenduristî û ewlehî bifikar û nîgeran in.

 

Omer Yilmazer ji Rûdawê re wiha got: “Li bajarek wekî Amedê hewzên avê zêde nîne. Pir germ e. Em dixwazin bila hinek bêhna wan derê. Em zarokan tînin van hewzan, daku fêrî melevaniyê bibin, xwe hênik bikin.  Em nizanin ev hewzên avê çiqas xeter û metirsîdar in. Dibe ku elektirîk jî di hewzê de hebe. Lewma rayedar û berpirsên ku li vê parkê dinêrin divê pir baldar bin.”

 

Ji ber nebûna hewzên ji gel re vekirî, zarokên ku tava Amedê lê dixe diçin xwe di hewzên jib o xemlê de hênik dikin. Hewzên xemlê hem di warê tenduristiyê de ne baş e, hem jî ji ber lambeyên elektirîkê xeternak in.

 

Li Amedê germahiyê çil dereceyî derbas kiriye. Li gor pisporan bi taybetî zarok, pîrejin û kalemêr di bin xetera germa zêde de ne. Lewma bi taybetî yên ku nexweş in divê ji her kesî zêdetir xwe ji tavê biparêzin.

 

Pizîşkê Pisporê Nexweşiyê Zarokan Abdurrehman Onen jî got: “Li hemû welatê me germahî pir zêde bûye. Li Amedê jî îro gihêşt heta 47 dereceyî. Ev yek bandor li tenduristiya her mirovek dike. Lê bi taybetî li ser zarok û kal û pîran bandora germahiyê zêdetir e. Lewma divê di navbera yazdeh heta çarê danê êvarê di bin tavê de pir nemînin. Herwiha kêmanî divê 2 lîtir av bê vexwarin. Li aliyê din divê ji bo xwehênikkirinê nekevin hewzên giştî û ji her kesî re vekirî. Ev hewzana dikare rê li ber îltihaba mîzdank û gurçikan vebike.”

 

Li gelemperiya cihanê germahî zêde bûye. Ev yek bandorê li Kurdistanê jî dike. Li aliyê din jî qirêjkirina çem û kaniyan û birîn û qirkirina daristanan sedemê bingehîn ê zêdebûna germahiyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst