‘Ketîbeyên Partiya Azadî digel Ehfad el-Resûl şerê YPGê dikin’

05-05-2013
HOŞÎ MÛRAD
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê lîwaya Selahedîn Eyûbî ya girêdayî Artêşa Azad Bêwar Mistefa eşkere kir ku 2 ketîbeyên çekdarî yên Partiya Azadî ya Kurd tevlî grûba bi navê Lîwaya Ehfad El-Resûl bûne. Sekretê Partiya Azadî jî vê yekê red dike.

Di çend rojên borî de, şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Lîwaya Ehfad El-Resûl de li gundê Xezewiyê ya girêdayî navçeya Şêrewa li Efrînê derketin û pêr piştî lihevkirina herdu aliyan, şer bi dawî hat.

Bêwar Mistefa derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ew grûbên êrişî gundê Xezawiyê kiribûn, gurûbên Ebû Xeldûn in. Ereb in û di nav de jî hinek kurd hene.”

Duh, vîdyoyek li ser rûpelên înternêtê belav bibû ku tê de çend tank li ser balhilgiran bûn û kesê di vîdyoyê de diaxivî û wiha digot: “Ketîbeyên Artêşa Azad berê xwe didin Efrînê daku ji bin destê PYDê rizgar bikin.”

Mistefa derbarê vê yekê de jî got, “Ew propaganda ye, lê belê hasesiyet di navbera YPG û Artêşa Azad de hene. Her demekê ev hesasiyet derdikevin û hin şer derdikevin, lê belê ew hesasiyet dê sivik bibin.”

Mistefa diyar kir ku lîwaya Ehfad El-Resûl ya girêdayî Artêşa Azad li navçeya Darit Iza ya nêzîkî gundê Xezawiyê şer dikir û hin kurd jî di nava wan de hene.

Bêwar Mistefa eşkere kir ku 2 ketîbeyên Partiya Azadî tevlî  Ehfad El-Resûl bûne û di şerê Xezawiyê de li dijî YPGê şer dikirin.

Mistefa her wiha got: “Me ji wan re (ew 2 ketîbe) got ku ne baş e şer di nava kurdan de derkeve û heta em karibin bila birakujî çê ne be. Lê carna hin kes bi serê xwe tevgerê dikin.”

Fermandarê Lîwaya Selahedîn Eyûbî ya ku li herdu taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên bajarê Helebê şerê artêşa rejîmê dike, bal kişand ku ew herdu ketîbeyên Partiya Azadî bi navê Hawar û Newroz in û berê girêdayî Encumena Leşkerî ya Kurd ya Hevpar bûn.

Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cuma ev yek red kir û ji Rûdawê re ragihand: “Tu ketîbeyên me tevlî grûba Ehfad El-Resûl nebûne.”

Cuma diyar kir ku çekdarên Artêşa  Azad berê li herêma Efrînê hene û pêwîstiya wan bi piştgiriyê nîne.


Bêwar Mistefa derbarê rewşa niha ya şoreşa Sûriyê de jî  wiha got: “Bi rastî xêza şoreşa Sûriyê hatiye guhertin û bûye karê milîşyayên leşkerî. Her aliyek li gor nêrîn û berjewendiyên xwe kar dike. Berjewendiyên PKK li herêma kurdî hene û Artêşa Azad jî bûye milîşyayên leşkerî. Her gundek bûye aliyek. Em naxwazin ku rewş wiha be, lê xêza şoreşa Sûriyê pir hatiye guhertin.”

Mistefa eşkere kir ku Ehfad el-Rersûl ya bi serkêşiya Mahir Niemî girêdayî Qeterê ye.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî di destê şervanên YPGê yên girêdayî PYDê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst