Galeriya wêneyan

05-03-2022
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Ev zêdeyî 2 rojan e ku pêleka tozbarîn li Herêma Kurdistanê û hinek hinek bajarên Iraqê li berdewam e.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Iraqê ragihand ku heta niha bi kêmanî du kes ji ber tozbarînê canê xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî serdana nexweşxaneyan kirine ku pirsgirêka nefes standinî bi wan re çêbûye.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Iraqê diyar kir ku ev pêla tozê asayî ye û salane çê dibe, lê belê di van salên dawî de ji ber hişkesalê û zuhabûnê bêtir bûye û ev yek jî bandorê li wan kesên nexweşiyên nefestandinê bi wan re heye.

Herwiha aliyên peywendîdar daxwazê ji welatiyan kirine û eger ne ji ber kareke pêwîst be ji mal dernekevin û parêzgariyê li xwe bikin.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw