Galeriya wêneyan

05-02-2022
23 Photos
Bilind T. Abdullah

Ji ber şer û topbarankirina herêmên Serê Kanî û Kobanî ji aliyê Tirkiyê ve û herwiha rewşa xerab a aborî, ji meha derbasbûyî ve nêzikî 1543 penaberên Rojavayê Kurdistanê bi rêyên qaçax xwe gihandine Başûrê Kurdistanê.

Beşeke zêde ya wan penaberan li Kampa Berdereş a li parêzgeha Duhokê dimînin.

Penaberên ku li kampê hatine bicihkirin, amaje bi rewşa xerap dikin û wek ku di wêneyan de jî diyar e, hewl didin di nav şert û mercên zehmet de debara jiyana xwe bikin.

Wêne: Bilind T. Abdullah/Rûdaw