Galeriya wêneyan

05-01-2020
19 Photos

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê şîna Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve birêve diçe.

Li Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêr şîn bo Qasim Sulêymanî, ku şeva 3 vê mehê ji aliyê Amerîka ve li Bexdayê hat kuştin, hate danîn.

Li Hewlêrê hejmarek siyasetmedar û kesayetên naskirî beşdarî şîna Qasim Sulêymanî bûn.

Îro yekşemê, piştî 3 roj ji kuştina  Qasim Sulêymanî li Bexdayê, termê wî gihişt nav xaka Îranê. Termê Sulêymanî piştî bajarê Ehwazê dê derbasî bajarên Meşhed, Tehran û paşê jî dê bo bajarê Qumê bê veguhastin ku bajarekî ayînî ye li Îranê û dikeve başurê Tehranê.

Termê Qasim Sulêymanî roja Sêşemê, 7ê vê mehê, dê li bajarê Kirmanê bi xakê bê spartin ku li wî bajar ji dayîk bûbû

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û li gel hejmareke endamên din ên Heşda Şeibî, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.