SILOPIYA - 3 jinên çalakvan hatin kuştin

05-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê 3 jinên siyasetmedar û çalakvan di encama şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan li navçeya Silopiyayê Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demir, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyayê Pakîze Nayir û çalakvana Komeleya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar duh di encama şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha hat gotin nasnameya cenazeyê zilamê ku duh ligel wan jiyana xwe ji dest dayê nehatiye diyarkirin.

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Pervin Buldanê jî derbarê 3 jinên siyasetmedar û çalakvan de ser hesabê xwe yê Twittêrê de got: “Ji qetlîama Parîsê ti cudahî nîne. 3 giyanên me qetilkirin. Nalet lê be…”

Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiyayê wesayîtên zirxî yên polîsan duh bi guleyan êriş kiribûn. Piştî gulebaranê 4 kesên navborî jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst