Hevserokên Şaredariya Qoserê hatin berdan

05-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Hevserokên Şaredariya Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asi, ku ji ber kampanyaya berdana Ocalan hatibûn girtin, hatin berdan.

 

Iro li navçeya Qoserê ya Mêrdînê û bajarê Batmanê, li dijî şaredar û rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) operasyon hat lidarxistin.

 

Di operasyonê de, Hevserokên Şaredariya Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asi, Hevseroka Şaredariya Batmanê Gulistan Akel, 4 endamên Encumena Şaredariya bajêr û 2 kesên din bi hêceta ku pesnê Ocalan dane û propagandaya rêxistinê kirine, hatin girtin.

 

Li gorî agahiyan, piştî lêpirsînê Leyla Salman û Îsmaîl Asi hatin berdan lê yên din heta niha jî girtî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst