Mithat Sancar li ser daxuyaniyên Demirtaş û Onder axivî

04-12-2022
RÛDAW
Nîşan Mithat Sancar Demirtaş Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar li ser gotinên Selahattin Demirtaş ku gotibû, “Pêşniyara derbasbûna şûna Ocalan li min hate kirin” anî ziman, “Daxuyaniyên li ser vê yekê têrê dikin. Daxuyaniya Onder gelekî zelal bû. Şert û mercên ku em li ser van tiştan nîqaşan bikin nînin.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, dema Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di doza Kobanî de parastina xwe dikir û li ser Proseya Aştiyê gotibû, “Pêşniyara derbasbûna şûna Ocalan li min hat kirin. Hewl dan Ocalanekî biçûk ji min çê bikin. Em em in, Ocalan Ocalan e.”

Mîthat Sancar ê ku bû mêvanê bernameya bi navê Gundem Ozel a Arti TVyê, dema ku pirsa daxuyaniya Demîrtaş lê hat kirin û diyar kir ku daxuyaniyên li ser mijarê bes in.

Li ser pirsa Aktan a “Di wê demê de çi kirine hedef?” Sancar li ser pirsê got, “Wê demê divê em pir dirêj li ser tiştê ku tê armanc kirin biaxivin. Daxuyaniya Sirri Sureyya Onder a di vî warî de pir zelal bû. Şert û mercên ku em li ser van tiştan nîqaşan bikin nînin.”

Sancar anî ziman, “Ez hem daxuyaniya hevalê me Selahattîn û hem daxuyaniya hevalê me Sirri Sureyya Onder bes dibînim, niha ji bo van şertan bes e lê pêwîst e di demên cuda de Proseya Aştiyê bi berfirehî were axavtin.”

‘Armanca me berfirehkirina Tifaqa Ked û Azadiyê ye’

“Ji bo serokkomariyê yan tifaqa Milet yan jî opozîsyon dê bên ber deriyê we. Kîjan protokol têra we dike ku hûn piştgirî bidin berbijêrê A an B, şertên we çi ne?” Sancar pirs wiha bersivand, “Me di daxuyaniya xwe ya Îlona 2021an de rê û mercên vê yekê rave kirin. Em ê bi tifaqên xwe biçin hilbijartinên parlamentoyê. Konsepta jorîn a vê tifaqê Tifaqa Demokrasiyê ye. Stûna wê ya herî girîng, berhema wê ya berçav Tifaqa Ked û Azadiyê bû. Armanca me berfirehkirina vê yekê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst