Kelar - 3 kes ji malbatekê hatin kuştin

04-11-2015
RÛDAW
Nîşan Kelar Kuştin Term
A+ A-

Kelar (Rûdaw) – Li navçeya Kelar a girêdayî parêzgeha silêmaniyê 3 kesên malbatekê de di bûyerekê de hatin kuştin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê,  termên 3 endamên malbateke kurd ku li gundê Çemê Bismêla ya girdayî navçeya Kelarê dijiyan, hatine dîtin.

 

Berdevkê Polîsê Rêveberiya Germiyanê Elî Cemal Qedûrî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Êvariya îro çarşemiyê li gundê Çemê Bismêla ya ser bi navçeya Kelarê ve, 3 kesên malbatekê hatine kuştin û niha termên wan hatine dîtin.”

 

Elî Cemal Qedûrî got: “2 kes ji wan hevjînên hev in û yek jî keça wan e.”

 

Cemal Qedûrî tekez kir, ku nayê zanîn ew her 3 kes çima hatine kuştin, lê belê cihê kêrê li ser benena wan heye.

 

Berdevkê Polîsê Germiyanê herwiha destnîşan kir, termên wan kesan bo pizişkiya dadweriyê hatine şandin û bi biryara dadwer kesek bi tohmeta kuştina wan hatiye girtin.

 

Elî Cemal Qedûrî herwiha anî ziman, ku lêkolîn derbarê bûyerê û zelalkirina nasnameya bikujên wan kesan de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst