“Polîs cenazeyê wî xortê kurd bi erdê ve kaş kir!”

04-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li ser rûpela xwe ya Twîtterê wêneyek belav kiriye ku panzêra polîs kesekî mirî li dû xwe kaş dike. Demîrtaş gotiye, ew wêne “pêr” li Şirnexê hatiye girtin!

Ev du-sê roj in li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de didome.

Pêr bi şev, xortekî bi navê Hacî Loqman Bîrlîk, ku tê gotin tiyê parlamentereke HDPê ye, ji aliyê hêzên taybet ve hatibû kuştin.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî îro li ser rûpela xwe wêneyek belav kiriye û gotiye, ev wêne pêr (2ê Cotmehê) li Şirnexê hatiye kişandin.

Di wêneya ku Demîrtaş belav kiriye, panzêreke polîs miriyekî li dû xwe kaş dike. Demîrtaş ev peyam li ser wêneyê nivîsiye:

“Li vê wêneyê baş binêrin. Pêr li Şirnexê hat kişandin. Bila ti kes jibîr neke çimkî emê ti carî jibîr nekin…”





Her çiqas Demîrtaş behsa wê nekiriye ku ew miriyê ku li dû panzêra polîs tê kaşkirin, kî ye lê ajansa DÎHAyê ragihandiye, ew miriyê ku li dû panzêra polîs tê kaşkirin, Hacî Loqman Bîrlîk e ku ji aliyê hêzên Tirk ve hatibû kuştin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst