Li Erziromê li cih û qadên vekirî vexwarina alkolê hat qedexekirin

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Alkol Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Erziromê, li cih û qadên vekirî vexwarina alkolê qedexe kir.

Parêzgariya Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê li ser malpera fermî ya parêzgariyê ragihand ku li nav sînorên parêzgehê li cih û qadên vekirî vexwarina alkolê qedexe ye û kesên vexwin dê werin cezakirin.

Li gorî biryara parêzgariyê li van cihên jêr vexwarina alkolê qedexe ye:

  • Li park, baxçe û seyrangehan
  • 200 metre nêzîkî dibistan, saziyên perwerdeyê û wargehên xwendekaran
  • 200 metre nêzîkî îbadetxaneyan
  • Li termînalan
  • Li cih û şûnwarên dîrokî û çandî
  • Li avahiyên bi cîh hatine hiştin, avahî û avahiyên wêranbûyî
  • Li goristan û bin piran

Kesên biryara qedexeyê cîbicî nekin dê li gor Xala 32emîn a Yasaya Qisûran (Qebehet) a hejmar 5326 bên cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst