Berpirsê Platforma Armanc: Metirsî heye li Efrînê şerê Erebên hawirde û Kurdan derbikeve

04-09-2022
Hisên Omer
Li Efrînê komelgehên niştecîbûnê ji bo Erebên hawirde tên avakirin
Li Efrînê komelgehên niştecîbûnê ji bo Erebên hawirde tên avakirin
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Erebên Hawirde Komelgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyekî ve ji nişteciyên resen û dar û beran tê valakirin û ji aliyekî ve, bi lez û bez, komlgehên niştecîkirina hawirdeyan bê navbir tên avakirin. Siyasetmedar û çalakvanên Efrînî vê yekê wek siyaseta guhertina nasnameya herêmê ya demografî û sirûştî wesif dikin. Berpirsê Platfora Armanc jî dibêje hawirdeyên ku di komelgehên niştecîkirinê de tên bicîkirin dê venegerin û ev dê bibe sedema şer di navbera kesên hawirde û Kurdan de.

Endezyar Welîd Meimo, berpirsê Platfora Armanc ku binpêkirinên li herêma Efrînê bi hûrkarê belge dike, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, yek ji hokarê zêdebûna birîna darên Efrînê, siyaseta Tirkiyê ye.

Berpirsê Platforma Armanc Welîd Meimo got: “Di van demê dawiyê de birîna darên Efrînê zêde bûye, ji ber ku ne ne yasa, ne dadgeh û ne jî edalet heye.”

Meimo got jî hawirdeyên ku di komelgehên niştecîkirinê de tên biçîkirina dê venegerin û ev dê bibe sedema şerê di navbera hawirde û nişteciyên resen de.

Meimo herwiha dibêje: “Ez bawer nakim ku piştî komelgeh hatin avakirin û têkevin, êdî ji wan komelgehan derbikevin. Ew dê bimînin û ti yasa dê nekare wan derbixe. Metirsî heye ku di navbera Erebên hawir de û Kurdan de şer bikeve. Li erd û li ser taxan dê şer çê bibe.”

Komeleya Destên Spî ku baregehê wî li Stanbolê ye, komeleya Şama Xêrê ku kesayetiyên Kuwêtî piştevaniya wê dikin, Komeleya Jiyana Birûmet a Filestînî, Komeleya Wefadariya Xêrxwazan a Filestînî, û Heyva Sor a Qeterî bi hevkarê ligel AFAD a Tirkî, û herwiha çend rêxistin û komeleyên din. Beşek ji van komel û rêxistina alîkariya diravî ji hikûmeta welaêtn xwe werdigirin da ku projeyên niştecîkirinê peredar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst