Hewlêr (Rûdaw) – Aştî Hewramî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê got, piştî êrişên DAIŞê hinek şîrketên petrolê ji herêmê vekêşabûn, lê niha tirs boriye û çêkirina petrolê zêde bûye.
Bi mebesta petrola Kurdistanê di asta cîhanê de bê nasandin, ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Aborî û Teknîkîk (STEAM)ê, di bin navê “Mapping the Future of Energy” (Nexşeya Pêşeroja Enerjiyê) konferansekê îro li Stenbolê hate lidarxistin.
Li gel pisporên navneteweyî yên enerjiyê, Aştî Hewramî jî beşdarê civînê bû. Hewramî di civînê de axaftinek kir û destnîşan kir ku, êrişên DAIŞê bondoreke neyînî ser aramiya Iraqê kiriye û domand:
“DAIŞê xwest Kurdistanê dagir bike û ev yek li herêmê bû sedema hejandinê. Bi welatên cîran re divê em baştirîn têkoşînekê bimeşînin. Divê em kaniyên DAIŞê û piştevanên wê ziwa bikin û nehêlin bibin hêz.”
Hewramî got, ji ber aloziya nava Kurdistanê hin şîrket paş ve xwe kişandine, lê niha tirsa rojên destpêkê nemaye. Hewramî hilberina petrolê kêm nebûye, berevajî zêde bûye û di dema krîzê de tenê xeta Tirkiyeyê kar kiriye. Herwiha, Hewramî got, çêkirina xetên ku zirar dîtine 1 – 2 sal dirêj bike.
Hewramî got, bo petrola Herêma Kurdistanê bigihîje cîhanê Tirkiyeyê piştrgirî daye wan ispat kiriye ku hevlbendeke baş e.
Di heqê sazkirina hikûmeta nû ya Iraqê de jî Hewramî şertên kurdan wiha aşkera kirin:
“Divê di warê budçeyê de mafên me bên dîtin, rêzbendî hemberî xweserî de hebe. Nakokiyên mijarê petrol û gazê paş de bimînin.”
Konferansa STEAMê, bi armanca nasandina petrola Kurdistanê û ya rojhilata navîn hate lidarxistin. Gelek pisporên navdar jî beşdarî civînê bûn û tê payîn civîn sibê bidawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse