Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê karker û hostayên kevirên Xelatê, li quntarên Çiyayê Nemrûdê di bin germa havînê de dixebitin.
Tehtên volkanîk bi bizmar, mîrkut, niqil û çilmêreyan parçe dikin û wan di karên avahîsazî, nexşeya hunerî, kêlên goran, kaniyên avê, argûn û minareyên mizgeftan de bi kar tînin.
“Em rojane 30-40 kevirî derdixin”
Karker Seyfettin Nacaroglu li ser karê ku dikin got:
“Em sibehê piştî taşteyê tên kana keviran. Paqijiya xwe dikin û dest bi kar dikin. Em rojane 30-40 kevirî derdixin.
Piştre em parçeyên mezin derdixin, dişînin kargehê û li wê derê dibirin. Debara me li ser vê derê ye.”
Karker di bin germahiya zêde de jî bê rawestan dixebitin û karê xwe dikin.
Karker Seyfettin Nacaroglu anî ziman, “Tevî germahiya zêde em bi hemû hêza xwe dixebitin û keviran ji kargehê re dişînin. Spas ji Xwedê re baş e.”
Zivistanan malan germ û havînan hênik dihêle
Kevirên Xelatê yên ku tenê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê tên derxistin, bi taybetmendiya xwe ya ku zivistanan malan germ û havînan hênik dihêlin têne naskirin.
Kevirên Xelatê piranî di dekorasyonên malan, minareyên mizgeftan, avakirina kaniyan û kêlên goristanan de têne bikaranîn.
Kevirên Xelatê sala 2022an di Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCOyê de bi nîşaneya ku "divê demildest bên parastin" hatin qebûlkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse