Li ser paşxistina hilbijartinan nêrînên cuda yên partiyên Kurdistanê hene

04-08-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Parlemento Paşxistin Partî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê roja 30ê Îlonê hatiye diyarkirin û hemû fraksyonan jî lîsteyên xwe pêşkêşî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê kirine, lê berî destpêkirina propagandeya hilbijartinê, hinek aliyên siyasî bi awayekî nerasterast hewl didin hilbijartin were paşxistin.

 

Serokê Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dilêr Mawetî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku YNKê lîste û serokê lîsteyê bo hilbijartinê destnîşan kiriye, lê li gor wî herdu hilbijartinên parlamento û parêzgehan di yek wextî de bên kirin baştir e û eger hilbijartina parlamento were paşxistin jî, YNK nabe rêgirê biryareke wiha.

 

Fraksyona Tevgera Goran jî wek YNKê difikire û dixwaze herdu hilbijartin di yek rojê de bên kirin.

 

Parlamenterê Fraksyona Goran Bêstûn Fayeq ji Rûdawê re ragihand ku nabe sê hilbijartin di hundirê çend mehan de bên kirin û got: "Ji ber ji aliyekî ve xelk ji propagandeyan bêzar in û di warê aborî de jî bi hev re bin baştir e daku bi yek mesrefê herdu hilbijartin bên kirin.”

 

Cîgira Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Behar Ebdurehman jî diyar kir ku biryara Fraksiyona Yekgirtû ew e ku hilbijartin di dema xwe de were kirin, lê li gor piraniya fraksiyonan, hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li gel hilbijartinên encûmenên parêzgehan werin kirin.

 

Endama Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Şukriye Şêxanî jî dibêje ku diviyabû dema hilbijartina parêzgehan ligel a Parlamentoya Kurdistanê bihata diyarkirin neku ya parlamentoyê were paşxistin.

 

Lê li gor fraksiyona herî mezin a parlamentoyê, ti sedemeke cihê razîbûnê bo paşxistina hilbijartinê nîne û ew daxuyaniyên bo paşxistinê jî tên dayîn li ser astê kesan e.

 

Serokê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Umêd Xoşnaw diyar kir: “Li gor min divê hilbijartin di dema xwe de were kirin, çimku ev ne hilbijartinên pêşwext e ku li ser dema wê were axaftin, ev hilbijartineke ji dema xwe paşketî ye û temenê parlementoyê jî  salek hatiye dirêjkirin.”

 

Umêd Xoşnaw herwiha got: “Ji bo ku di navbera aliyan de peywendî were rêkxistin û xula nû ya parlemento û hikûmetê bihêz were pêkanîn. Çimku di hikûmeta niha de heman piştevaniya siyasî tine û sê alî xwe vekişandine û hinek alî jî berpirsyariya hikûmeta xwe hilnegirtine.”

 

Fraksyona Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê jî ku tenê parlamenterekî wê heye û ew jî Arî Ebdûlletîf e û serokatiya fraksyonê dike, dibêje: "Hewldanek heye daku hilbijartina parlamentoyê bo meha 12 were paşxistin, lê em ne ligel vê yekê ne û em dixwazin di dema xwe ya diyarkirî de were kirin."

 

Biryar e roja 30.09.2018ê hilbijartina Gera Pêncem a Parlamentoya Kurdistanê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst