Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbang’: Çareserî di aştiyê de ye

04-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Alma Ata (Rûdaw)- Têkçûn û derbxwarina aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li Asyaya Navîn deng veda û bû sedema xemgînî û dilgiraniyê.

 

Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê Akademîsyen-Profesor Kinyazê Îbrahîm di daxuyaniyekê de diyar kir ku rewşa niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ne bi dilê wan e û divê yekser kurd û tirk vegerin ser maseya lihevkirinê û hîmê aştiyeke mayinde û birûmet biavêjin.

 

Kinyazê Îbrahîmê ku li ser navê Yekitiya Kurdên Qazakistan ‘Berbangê’ gelek caran ji bo maf, azadî û tifaqa gelê kurd daxuyaniyan dide cara dawî tevî çend kesayetiyên girîng ên Qazakistanê daxuyaniyek li ser teqîna Pirsûsê/Sirûcê dabû ku di wê teqînê de bêhtirî 30 ciwanên kurd û ji miletên din hatibûn qetilirin.

 

Berbangê di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Li Pirsûsê (Sirûcê) gelê kurd û dostên wan ên şoreşger-sosyalîst rastî êrîşeke hovane, tirsonek û xayîn hatiye. Ev êrîşa bêbext, nîşaneya têkçûn û tirsonekiya terorîstan e. Gelê kurd bi hezarên salan li ber xwe daye, li dijî zaliman serî netewandiye û ewê ji niha û pêve jî serî netewîne. Komkujî û kuştinên wiha têkoşîn û daxwaza azadiya me kêm nake, zêdetir dike. Em kurd neviyên Silhedînê Eyûbî ne. Agirê têkoşîna gelê kurd ewê her geş bibe. Bila serê gelê kurd û malbatên şehîdan sax be.”

 

Ji bilî Profesor û Akademisyen Kinyazê îbrahîm; Akademîsyen Nadirê Kerem (Nadirov), Profesor Ezîzê Ziyo Bedirxan, Karsaz Şîrînê Elî, Karsaz Mihemedê Mecîd, Helbestvan Hesenê Hecîsilêman, Helbestvan Bariyê Bala, Profesor Mihemedê Misto, Hesenê Evdoyê Elî, Mihemedê Silêman û gelek kesên ku endamên Berbangê ne beşdarî daxuyaniya li ser Pirsûsê bibûn, xemgîniya xwe eşkere kiribûn û sersaxî ji gelê kurd re xwestibûn.

 

Di daxuyaniya dawî de Kinyazê Îbrahîm diyar kir ku 35 sal in li Bakurê Kurdistanê şerek meşiya, ev şer bû sedema bi deh hezaran kurdên belengaz û bêguneh, bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin û şewitandin, lê di roja îroyîn de ev şer ne bi kêrî kurdan tê ne jî bi kêrî tirkan tê, lewre jî divê yekser herdu alî tiliyên xwe ji tetikên sîlehan bidin alî û bibin sedema aştiyeke ji dil û rast.

 

Profesor Kinyazê Îbrahîm eşkere kir ku kurd miletekî aştîxwaz û merd e, tu caran nabe sedema neheqiyan lê hewqas jî birûmet e ku neheqiya li ser xwe jî qebûl nake.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst