Di navbera Çîn û Hîndistanê de rageşî

04-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Çîn, ji hikûmeta Hîndistanê dixwaze ku bila rêzê nîşanî peymana lihevkirina sînor a ku di sala 1890ê de Birîtanya û Çînê îmze kirin, bide û dev ji binpêkirinan berde.


Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê Ging Şuang di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku ji ber gelek binpêkirinên sînorî protestoya dîplomatîk li ser Hîndistanê sepandin û xwestin ku bila Hîndistan rêzê nîşanî yekîtiya axa Çînê bide.


Ging got ku ji bo Hîndistan eskerên xwe ji ser sînor paşve bikşîne hişyarî dan û ragihand ew li dijî binpêkirên Hindistanê ne.


Di navbera Çîn û Hîndistanê de sînorê ji 3 hezar û 500 kîlometreyî pêk tê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst