Li Amedê şofêrên mînîbûsan êrişî şaredariya bajêr kirin

04-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji ber ku Şaredariya Amedê otobûsên xwe dişîne navçeyan û xelkê bi erzanî dibe û tîne, di navbera xwediyên xetên taybet ên mînîbûsên Farqînê û peywirdarên Şaredariya Amedê de şer derket.

Xwediyên mînîbûsên taybet îro bi mînîbûsên xwe hatin ber avahiya şaredariyê û bi daran êrişî pasewanên şaredariyê kirin.

Xwediyên minîbûsên taybet piştre bi daran êrişî avahî, cam û camekanên şaredariyê kirin û camên avahiyê anîn xwarê.

Minîbûsvanan piştî demekê dev ji êrişên xwe berdan lê piştî demekê careke din êriş birin ser şaredariyê.

Li ser vê yekê xebatkarên şaredariyê jî bersiv dan mînîbûsvanan. Di encama êrişê de 4 xebatkarên şaredariyê birîndar bûn.

Polîsan jî bi bombeyên gazê mudaxaleyê şer û pevçûnan kir. Polîs heta avahiyên şaredariyê jî ketin hundir û gellek xebatkarên şaredariyê ji ber bombeyên gazê zehmetiyeke mezin kişandin.

Li gorî agahiyên ku Şaredariya Amedê dan, wan nirxa kirêya otobûsên şaredariyê ku rêwiyan dibin Farqînê û ji Farqînê tînin Amedê, daxistine 2 lîreyan (nêzîkî dolarek).

Xwediyê mînîbûsên taybet jî dibêjin, ji ber daxistina bihayê otobûsan kes li mînîbûsên wan siyar nabe û ew zirar dikin û dixwazin şaredarî bihayê siyarbûnê bilind bike.

Lê şaredarî jî dibêje ew xizmeta gel dikin û ji ber ku xelk feqîr e, ew bihayê siyarbûnê bilind nakin.

Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin, ew li gel van kesên mafya naxivin û gotin, ev êriş dê bê bersiv nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst