KCD: Girtina Nûçe TV, MMC û Roj TV li dijî mafên mirova ye

04-07-2013
RÛDAW
A+ A-

Siddiq Eren

Amed (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê biryara dadgeha Danîmarka ku di derhqê Nûçe TV, MMC û Roj TV de biryara girtin û cezakirina pere daye şermezar kir.

Di daxuyaniya ku bi niviskî hat dayîn de, hat diyar kirin ku dadgeha Danîmarkayê, bi vê biryarê deqeke reş li ser dîroka demokrasiyê xistiye û hiqûqê binpêkiriye. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku ev biryar, li dijî mafên gelan e û bi taybet jî binpêkirina mafê agahdarbûn û agahdar kirina Kurda ye. 

Biryarên bi Rengî bê tehemuliya hebûna Kurda ye

Daxuyaniya ku tê biryarên bi vî rengî jî, hatin şermezar kirin de hat bilêv kirin ku; “Wek biryara girtina MED TV û MEDYA TV, ev biryar jî biryareke li dijî nasname, çand û hebûna Kurdan bê rêzî ye. Ev biryar, derbe li azadiya weşangeriyê û agahî wergirtina mafên Kurdan xisti ye.”

Di daxuyaniyê de, bal hat kişandin ku ev biryar di rewşa “pêvajoya aşitî û çareseriyê” de hatiye girtin û hat gotin ku polîtikayên Tirkiyê yên li dijî Kurdan û helwestên dewletên Ewrûpayî yên xelet, di dayîna vê biryarê de bandor kirine.

KCDê wiha got: “Biryara ku hatiye girtin, xizmeta çareseriyê nake û ev biryar li dijî demokrasî û mafên mirova ye. Divê dewletên Yekîtiya Ewrûpa û Saziyên Navneteweyî alîkarî ji bo pêvajoyê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku, bi wan biryarên derveyî hiqûqê kes nikare, têkoşîna azadiya gelê Kurd û dengê azadiya weşangeriyê bê mecal bike. Divê Danîmarka di temyîza vê dozê de biryara xwe sererast bike û di serî de, gelên Ewrûpayî û hemû gelê Kurd di şexsê Nûçe TV, MMC û Roj TV de li çapameniya Kurd xwedî derkevin.

Duh dadgeha Eyaleta Kopenhagê, lîsansa weşanê ya hemû kanalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting, betal kir. Dadgehê herwiha cezayê pere yê 5 milyon Kronê Danîmarkayê (2 milyon Euro) li Nûçe TV, Roj TV û MMC birrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst