PWKyê tayînkirina qeyûm şermezar kir: Divê rêz li îradeya xelkê Colemêrgê bê girtin

04-06-2024
RÛDAW
Nîşan Qeyûm Colemêrg PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) biryara tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê şermezar kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

PWKyê bi daxuyaniyekê ev biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê şermezar kir:

PWKyê di daxuyaniya xwe de got:

“Ev biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, tunehesibandina îradeya dengderên Colemêrgê ye.

Em vê biryarê şermezar dikin.

Divê rêz li îradeya dengderên Colemêrgê û li mafê hilbijartinê bê girtin.

Divê demildest Serokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş  careke din wekî serokê şaredariyê vegere ser wazîfeya xwe.”

Çi bûbû?

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 11 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Heta niha li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê qedexe hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst