Li Rihayê otomobîl wergeriya: 5 kes birîndar bûn

04-06-2019
RÛDAW
Kesên ku di bûyerê de birîdnar bûne, ji malbatekê ne.
Kesên ku di bûyerê de birîdnar bûne, ji malbatekê ne.
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Bûyera trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di yekem roja cejna Remezanê de, otomobîlek ji kontrola şofêr derket û wergeriya, di encam de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn.

 

Bûyer îro danê nîvro li Taxa Taşlica ya bajarê Rihayê qewimî. Li gor zanyariyan, otomobîla bi şofêrtiya Ferhat Yeter ji kontrolê derket û wergeriya.

 

Di bûyerê de şofêr û xizmên wî yên di nav otomobîlê de Mecnûn, Haticem Aslihan û Serhat Yeter birîndar bûn.

 

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê û nexweş bi ambûlansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst