HDP: Bi hêviya ku ev cejn bibe sedema aştiyeke daîmî û bi rûmet

04-06-2019
RÛDAW
Nîşan HDP Pervîn Buldan Sezaî Temellî Cejna Remezanê Aştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên HDPê bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kirin. Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezaî Temellî, cejna Remezanê li hemû cîhana îslamî pîroz kirin û hêvî kirin ku ev cejn “bibe sedema aştiyeke daîmî û bi rûmet.”

 

Buldan û Temellî di peyama xwe de dibêjin: “Em wek mirovên ku bi hemû ferq û cudahiyên xwe vê axê, vî welatê hevbeş û qedera hevbeş parve dikin, têkoşîna wê yekê didin ku van cejnan bi wateya xwe ya rast pîroz bikin. Cejna Remezanê, cejna xebata dijî neheqiyê ye. Cejna lêborîn, aştbûn, bihevre jiyan û bi hevre afirandina siberojê ye.”

 

Hevserokên HDPê dibêjin: “Em dikarin bi wateya xwe ya rast cejnan pîroz bikin. Bingehê aştiyê deynin û jiyana hevbeş li ser bingehê wekheviyê ava bikin. Wek me bi hêvî, bi ked û xebata xwe afirand; em dikarin siberoja xwe jî li ser bingehê aştî, demokrasî û azadiyê biafirînin.”

 

Hevserokên HDPê tekez dikin ku ligel ferzkirina şer û siyaseta kuştin û birînê, bo hemû mirovatiyê armanca wan ew e hemû kesek bi ziman, ol û nasnameya xwe bi aramî cejna xwe bike û gehiştina wan rojan jî ne dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst