Li Hewlêrê dest bi ser 14.5 ton xurme de hat girtin

04-06-2017
RÛDAW
Li gumruka Hewlêrê dest danîne ser 14.5 ton xurmeyên xirabbûyî
Li gumruka Hewlêrê dest danîne ser 14.5 ton xurmeyên xirabbûyî
Nîşan Kurdistan Hewlêr Xurme
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gumruka Hewlêrê dest bi ser 14.5 ton xurmeyan de hat girtin, ku dema bi kar anîna wan derbas bûye û bazirganan dixwast, ku di meha Remezanê de li bajarê Hewlêrê bifiroşin.

 

Kargêrê Komîteya Lidûvçûnê ya Qayimeqamiya Hewlêrê, Enwer Kemal di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re aşkere kir, li gumruka Hewlêrê wan dest daniye ser 14.5 ton xurmeyan ku ji du markeyên “Meryem” û “Meyser” in.

 

Enwer Kemal got: “Piştî lêkolîn û lidûvçûneke 6 saetî em gihîştine wê encamê ku ew her corên xurmeyan dema bi kar anîna wan derbas bûye.” Kemal diyar kir, ku hinek ji wan xurmeyên zêdetirî 1.5 sal û hinek jî zêdetirî salekê ye, ku dema bi kar anîna wan bi dawî hatiye.

 

Bi gotina Enwer Kemal, tarîxa berhemanîn û dema bi kar anîna wan xurmeyan hatiye destkarîkirin, bi awayekê ku hinek ji wan xurmeyan saal bihorî dema wan bi ser çûye, lê tarîxa îsal li ser wan hatiye nivîsandin.

 

Wî berpirsî tekez kir, ku 10 ton ji wan xurmeyên ku dest bi ser de hatiye girtin, ji corê “Meryem” e û ji welatê Îranê û bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeranê re hatiye hawirdekirin.

 

Enwer Kemal herwiha destnîşan kir, 4.5 ton ji wan xurmeyan jî ji corê “Meyser” e ku ti tarîxek ji bo dema bi ser de çûna wê nehatiye nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst