Sindoqa dahata petrola Herêma Kurdistanê wê bê damezirandin

04-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku parlamento wê hewil bide li gor yasaya petrol û xazê sindoqeke ji bo dahata petrolê dane.

Yûsif Mihemed di destpêka civîna îro ya parlamenteran û serokatiya parlamentoyê ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand “Pirsa enerjiyê pirseke gelek girîng e, lewra me biryar da rûniştin her vekirî bimîne”.

Serokê parlamentoyê herwiha got “Hikûmeta birêkirina kar a Herêma Kurdistanê hemaheng bû ji bo daxuyakirina pirsa enerjiyê”.

Yûsif Mihemed aşkere kir ku ji îro de Parlamentoya Kurdistanê bi hemahengî ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê wê kar bike ji bo danîna sindoqa dahata petrolê.

Mihemed herwiha got “Pirsa enerjiyê wiha kiriye ku em bibin êsîrê cografyayeke diyarkirî, lewra divê em şêwiriyê bikin û bizanibin bê em dikarin ji wê cografyayê derkevin û serbixwe bin yan emê bibin êsîrê cografyayeke din”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst