Rûsya: Tirkiyê sedema bidawibûna Împaratoriya Osmanî ji bîr kiriye

04-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Enqere dixwaze dîsa Împaratoriya Osmanî zindî bike, lê sedema bi dawîbûna wê ji bîr kiriye.

Mariya Zaxarova bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyê ya derve û got: "Me polîtîkayên Tirkiyê yên derbarê Kirim û Sûriyê de baş dizanîbûn. Ligel vê jî me dixwest cûdahiyên xwe bi diyalogê şareser bikin, bighînin encamekê û ligel Tirkiyê bixebitin. Moskowê digel polîtîkayên şaş ên Tirkiyê jî demeke dirêj xwe ragirt."

Li gor medya Rûsî, Zaxarova, behsa rola negatîf a Tirkiyê jî kir û got: "Rêvebiriya Tirkiyê di mijara Kirim, koçberên Sûriyê, turîzm û mijara navxweyî de wate li hemû cihekî roleke neyînî leyîst. Lewra di demeke nêzîk de têkiliyên Moskow û Enqerê baş nabin."

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova herwiha ragihand ku Enqere dixwaze dîsan Împaratoriya Osmanî zindî bike, lê dawiya Împaratoriyê çi lê hatiye jibîr kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst