Mela Bextyar: Em nahêlên namzedê Gorran bibe parêzgar

04-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Silêmanî (Rûdaw)- Berpirsê desteya rêveber a polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar di hevpeyvîneke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa encamên destpêkê yên hilbijartinên 30ê nîsanê dike û dibêje YNKê Heval Ebûbekir wek parêzgarê Silêmaniyê qebûl nake.

Mela Bextyar di hevpeyvînê de dibêje ku “dijatiya wan ji bo nazmedê Tevegra Gorranê Heval Ebûbekir ne ji ber wê yekê ye ku YNKê bi rêjeyeke kêm daketiye û parêzgar dixwaze, lê belê ji ber heybeta Silêmaniyê ye”.

Mela Bextyar derbarê Heval Ebûbekir de ku li gor encamên destpêkê nêzîkî 250 hezar deng bi dest xistiye, dibêje “em nahêlin Baesiyekî kevin bibe parêzgar”.

Ew berpirsê bilind ê YNKê herwiha got ku eger Heval Ebûbekir bi piraniyê bikine parêzgar wê YNKê pêgirê biryarên wî nebe.

Derbarê rêkeftina stratejîk a di navbera PDK û YNKê de, Mela Bextyar dibêje “Nêçîrvan Barzanî di civînekê de gotiye ku ew rêkeftin bi dawî hatiye, eger ev biryara PDKê ya dawî be em spasiya wan dikin”.

Hevpeyvîna ligel Mela Bextyar wê roja sêşemê saet 9ê şevê li ser ekrana Rûdawê bê weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst