Nêçîrvan Barzanî: Biryara Dadgeha Parîsê derfete ji bo çareserkirina pirsgirêka petrola Kurdistanê

04-04-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Petrola Kurdistanê Dadgeha Tehkîm a Parîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê “derfeteke ji bo çareserkirina pirsgirêka dosyeya petrola Herêma Kurdistanê.”

Îro 4ê Nîsanê li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasima destbikarbûna firqeyên Yek û Du yên Piyade yên Wezareta Pêşmerge kir û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê ya derbarê hinardeya petrola Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Piştî encamên biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê ya li ser petrola Herêma Kurdistanê, îro em di wê baweriyê de ne ku ev biryar derfeteke baş e ji bo Hewlêr û Bexdayê ji bo dîtina çareseriyeke dawî ji bo pirsgirêka petrolê.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Biryarê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di pirsa petrolê de îsbat kir, lewra niha em dikarin baştir bigihin çareseriyeke baştir ku hemû alî têde serkeftî bin.”

Di beşeke din a axaftinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Piştî pejirandina destûrê, me hertim daxwaza derxistina yasaya neft û gazê kiriye, ji ber ku tenê ew qanûn dikare madeya 112 a destûrê bi rêkûpêk birêve bibe.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê alîkariyên xwe berdewam bike ji bo derxistina qanûna petrol û gazê li Iraqê û got: “Em piştgiriya hikûmeta Sûdanî dikin li gor bernameya karê hikûmetê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst