Turk: Divê ne tenê li Kurdistanê li seranserê Tirkiyê rêveberiyên xweserî hebin

04-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredarê Mêrdînê û Hevserokê KCDê Ehmed Turk, diyar kir ku divê li Kurdistan û Tirkiyê rêveberên xweser hebin ji ber ku êdî tenê navendek nikare Tirkiye birêve bibe.

Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ji CNN Turkê re li ser xweseriya demokratîk axivî û ragihand, divê sîstema Tirkiyê hemû were guhertin ji ber ku êdî mirov nikare bi zihniyeta hişk a navendgeriyê Tirkiyê birêve bibe.

Ehmed Turk, anî ziman ku ne tenê li Kurdistanê lê divê li hemû deverên Tirkiyê rêveberên xweser bên avakirin û welat bi awayekî demokratîk were birêvebirin.

Li gorî Turk, eger niha li Tirkiyê rêveberiyên xweser hebin êdî dewleta kûr nikare wiqasî bibandor bibe.

BDPê di hilbijartinên herêmî de behsa avakirina xweseriya demokratîk li Kurdistanê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst