Komeleyên kurdan li bakûr bi girtinê re rû bi rû ne

04-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Xangul Ozbey

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Kurdî-Der'a Wanê Hamdullah Kumlu diyar kir ku der barê 10 komeleyên kurdan ên li Wanê de doza girtinê hatiye vekirin, armanca girtinê, astengkirina birêxistinbûna kurdan e.

Li Tirkiyê çend roj beriya niha "Zagona Derbarê Parastina Fînansmana Terorîzmê" ya li hemberî karsazên kurd hate amadekirin, ji aliyê Serokomar Abdullah Gul ve hat erêkirin. Ev qanûn, ji aliyê BDP'ê ve wekî 'Baceya hebûnê' û 'Qanûna qirkirinê' hat binavkirin. Piştî ku qanûn hat erêkirin, Dozgerê Komarê yê Wanê Canîp Cîhangîr li gorî lêkolînên ku polîsan kirine û îfadeyên şahidên nepen, îdîaname amade kir. Dozger xwest ku 10 komeleyên kurdan, bi hinceta 'Têkiliya wan bi PKK'ê re heye', bên girtin. Îdîanameya dozgeriyê, ji aliyê Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Wanê ve hate qebûlkirin. Yekem rûniştina doza girtinê, ya der barê VAKAD’ê de, îro li Wanê destpê dike.

'Armanc girtina saziyên kurdan e'

Komeleya Pêşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) jî yek ji van saziyan e. Rêveberê Kurdî-Der'a Wanê Hamdullah Kumlu, têkildarî mijarê ji Rûdawê re axivî. Kumlu, diyar kir ku qirkirineke çandî, siyasî û fîzîkî li ser gêlê kurd tê meşandin û wiha pê de çû: "Lê belê di van êrîşan de  serkeftin bi dest nexistine. Çend sedemên vê dozê hene. Yek bi vê dixwazin pêşiya hin destxistinên kurdan bigirin. Dixwazin sazî û dezgehên kurdan ên mafdar, têkoşer ku bi ked û berxwedana gelê kurd ya bi salane hatine bi destxistin, ji holê rakin û deriyê saziyên kurdan bi kilîda xwe ya nîjadperest û faşîzan dadin."

'Bingeha hiqûqî nîne'

Kumlu destnîşan kir ku bi salan e ev sazî xebat û pêşvebirinên pir girîng dikin. Ev jî pergala nîjadperest xiste di nava tirs û fikaran de. Kumlu anî ziman ku bingeha hiqûqî ya vê dozê  nîne û wiha berdewam kir: "Dozger di lêpirsînê de dibêje 'Ev 10 sazi alikariyê didin PKK'ê'. Lê belê tiştê ku îdîa dike, xwedî bingeheke  hiqûqî nîne. Tiştekî berbiçav ê şênber, tune. Ev îdîa li ser tiştên tune ava kiriye. Biryarên siyasî, bi hiqûqê kamûfle dikin. Lê bila bê zanîn, ku em wekî gelê kurd û wekî saziyên vî gelî, van kirinên AKP’ê yên ji mafên mirovahiyê bê par, nas nakin û em ê heta dawiyê li hemberî van biryarên siyasî û ne hiqûqî derkevin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin."

'Doza Kurd û Kurdistanê ye'

Kumlu, destnîşan kir ku doza wan, doza kurd û Kurdistanê ye û her tişt ji ber vê tê serê wan. Kumlu der barê saziyên doza girtinê li wan hatiye vekirin de jî agahî dan û wiha got: "Komeleyên wekî Hemwelatiyên Azad ên taxên Xacort, Karşiyaka, Akoprû û Yenîmahale, piştî  sala 2006'an, ji bo pirsgirêkên niştecihên taxê çareser bikin hatine avakirin. Rêveberên komeleyên Hemwelatiyên Azad jî, niştecihên taxan in. Ji bo neteweke demokratîk û azad xebatên perwerdehiyê dikin. Ji bilî van jî, bi pirsgirekên xizanî û pirsgirêkên civakî ve mijûl dibin. MEYA-DER jî ji aliye malbatên di şer de xizmên xwe winda kirine ve hatiye avakirin. KURDÎ-DER di sala 2006’an de ji aliyê dildarên zimanê Kurdi ve hatiye avakirin. Li Kurdistan û Tirkiyê di 88 şaxan de xebatên perwerdehiya ziman, lêlolîn û zanistiya li ser zimanê kurdî dimeşîne.


Di bin banê KURDÎ-DER’ê de bi zaraveyên Kurmancî, Soranî û Dimilkî perwerde tê dayin. TUAD-DER, ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye avakirin. GOC-DER jî ji aliyê kurdên piştî şerê di salên 1990’î de gundên wan hatine şewitandin ve hatiye avakirin. VAKAD jî komeleyeke ji aliyê jinan ve hatiye damezirandin e. YODER ji aliyê xwenderkarên zaningeha Yuzuncu Yilê ve hatiye damezirandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst