Sînan Çîftyurek îro tê dadgehîkirin

04-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dadgehîkirin.

Serokê KKPê Sînan Çîftyurek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku îro 4ê Adara 2020an li bajarê Amedê li 11min Dadgeha Cezayên Giran tê dagehîkirin.

Sînan Çiftyurek diyar kir ku derbarî wî de bi hinceta “endambûna rêxistina terorê ya çekdar” û “propagandaya terorê” du doz derbarê vê de hatine vekirin.

Çiftyurek da zanîn ku herdu dozên derbarê wî de kirine ye û biryar e, îro saet 09.00 li 11min Dadgeha Cezayên Giran yekem danaşîna doze birêve diçe.

Pêştir Çiftyurek bi sedema helwesta partiya xwe û parvekirinên xwe yên ser medyaya civakî li dijî êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst