Astengdar bi wesayîtên xwe yên nû şad bûn

04-03-2014
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw)- Şaredariya Dêrsîmê du wesayîtên nû bi rêwresmekê radestî şaxa Komeleya Astengdaran a Dêrsîmê kir.

Wesayîtên ku li ser daxwaza şaxa Komeleya Astengdaran a Dêrsîmê ji aliyê Şaredariya Dêrsîmê ve hatibûn kirîn, şaredar Edîbe Şahîn bi destê xwe radestî hemwelatiyên astengdar kir. Ji sê wesayîtên hatine kirîn jê du hatin radestkirin, lê belê ya din ji ber taybetmendiyên wê yên cuda dê di van rojên bê de ew bigihêje ber destê komeleyê.

Duh di dema radestkirina wesayîtan de şaredara Dêrsîmê ji bo yek ji astengdara ku wesayît jê re hatibû kirîn re surprayza pasteya rojbûnê jî dabû amadekirin. Dilşadiya hemwelatiya astengdar hem bi wesayîta nû hem jî ji aliyê şaredariyê ve pîrozkirina rojbûna wê, hê zêdetir ew bextewer kir.

Şaredara Dêrsîmê di axaftina xwe ya li ber komeleyê de diyar kir ku di van 10 salên dawî de di hemû xebatên şaredariyê de liberçavgirtina astengdaran pêk anîne.  Şahînê axaftina xwe wiha domand: “Ne tenê di rêkûpêkkirina bajêr de, di gelek warên de din de jî me hewl û piştevaniya hemwelatiyên me yên astengdar kir”.

Şaredariya Dêrsîmê di du otobêsên nû ku çend roj berê xist xizmeta hemwelatiyan de pêlingin/pilîkanên ku astengdar bi hêsanî wesayîtên xwe dikarin biajon nav otobêsê jî hebûn.

Piştî axaftina Şahînê, seroka şaxa Komeleya Astengdaran a Dêrsîmê Husniye Karadag sipasiyên xwe pêşkêşî Şaredara Dêrsîmê kir.

Husniye Karadagê diyar kir ku heta niha her tim Şahîn piştegiriya astengdaran kiriye û yeka wan nekiriye didu. Karadagê wiha domand: “Heta niha her daxwazek me herî dereng di sê rojan de pêk hatiye. Ez pir sipasî vê hestyariya şaredara me dikim”.





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst