Şandeyeke bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê û Serokê Mîsyona UNAMIyê ya Îraqê Muhammed Hesen û bi beşdariya Cîgirê Nûnerê Taybet û Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê Îraqê Gulam Îshak Zade, doh Tora Medyayî ya Rûdawê zyaret kir.
Şandeya bilind a UNAMIyê ji aliyê Birêvebirî Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hat pêşwazîkirin.
Şandeya mêhvan, mijarên demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan a li Îraqê û rola medyayê di vî warî de nirxand.
Ako Mihemed ji bo serdanê spasiya şandeyê kir û got:
“Tora Medyayî ya Rûdawê, ji roja destpêka weşana xwe ve bi awayekî bêalî û profesyonel xebitiye û dê vê rêbaza xwe bidomîne.”
Her wiha di nav şandeyê de Berdevk û Brêvebirê Pêwendiyên UNAMIyê ya Îraqê Samîr Ghattas, Birêvebirê Beşa Siyasî ya UNAMIyê Manoj Mathew û Berpirsê Pêwendiyên Ofîsa UNAMIyê ya Hewlêrê Reşwan Salih jî cih girtin.
Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw