Egîtîm-Sena Dêrsimê, bertek nîşanî lêpirsîna li dijî mamostayan da

04-02-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Şaxê Sendîkaya Perwerde û Mamostayan (Egîtîm-Sen) a Dêrsîmê bi çalakiyekê, lêpirsîna ku li dijî mamostayên zanîngehê hatiye vekirin, şermezar kir.

Serokatiya Zanîngeha Mûnzir a Dêrsîmê li dijî 7 mamostayên/hîndekarên ku beyanameya ´Emê nebin şirîgê vî sûcî´ lêpirsîn dabû destpêkirin.7 mamostayên ku li dijî wan lêpirsîn hatiye vekirin, duh girtina îfadeyên wan dest pê kir.

Egîtîm-Sena Dêrsîmê li hemberî vê yekê li ber Serokatiya Zanîngeha Mûnzir a Dêrsîmê bi çalakiyekê hewla rêveberiya zanîngehê şermezar kir.

Di çalakiyê de digel akademîsyenan, Alîkarê Hevşaredarê Dêrsîmê Huseyîn Tûnç jî amade bû. Li ser navê çalakgeran Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Suleyman Guler daxuyanî xwend. Guler, destpêka daxuyaniyê de qala rewşa li Bakurê Kurdistanê kir û hikûmeta Tirkiyê rexne kir. Guler, diyar kir ku yek ji berpirsyariya zanîngeh û navendên rewşenbîrî ew e ku rexne li deshilata siyasî bigire.

Guler, di vî warî de wiha domand: “Saziyên pergala parlamenteriyê yên ku makeqanûn pê wan deshilatê sînordar dike, niha tên bêwatekirin. Opozîsyona siyasî bi tawanan tê tometbarkirin. Çapemeniyê dixin jêr nîrê bindestiyê. Daxwazên aştiya civakî tên bombebarankirin. Li beşeke welat derketina derve qedexe ye, veşartina termên li ser kolanan qedexe ye, jiyan hatiye qedexekirin.”

Serokê Egîtîm-Sena Dêrsîmê Suleyman Guler got ku zanîngeh ji bo lêgerîn û derxistina rastiyan hene. Guler, anî zimên ku bi hewlên vekirina lêpirsînan armanc ew e ku mamostayên zanîngehê li ber deshilata siyasî serê xwe bitewinîn. Guler, wiha berdewam kir:

“Dixwazin zanîngehên biçewisînin. Ji bo vê yekê jî serî li her riyek qirêj didin. Bi van ferman û nêzîkatiyan, li Dêrsîmê li dijî 7 biraderên me yên hîndekar/akademîsyen ji aliyê Serokatiya Zanîngehê ve lêpirsîn hat vekirin. Îro jî dest bi girtina îfadeyan kirine.”

Guler, daxwaz ji Serokatiya Zanîngeha Dêrsîmê kir ku lêpirsîna li dijî 7 mamostayan hatiye vekirin, demildest were rawestandin. Li aliyê din Guler derbirî ku ew ê hîndekarên ku îmze avêtine beyanameya aştiyê dê bi tenê nehêlin.

Piştî xwendina daxuyaniyê çalaker bi hêminî belav bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst