Girtiyê nexweş Seyidxan Taşkiran jiyana xwe ji dest da

04-01-2014
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji girtiyên doza KCKê Seyidxan Taşkiran ku berî 18 rojan di encama krîza dil de rakiribûn nexweşexaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Seyidxan Taşkiran yê 45 salî ku di girtîgeha Bedlîsê de girtîbû, li Farqînê û li ser îfadeya zarokê 13 salî di 2009an de hat girtin û ji aliyê 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve rastî cezayê hetahetayê girtin hat.

Taşkiran piştî bi nexweşiya xwe re 18 rojan li ber xwe da,  îro jiyana xwe ji dest da.

Bi gotina bijîşkan, bedena Taşkiran ji sedî 99 hêz û xweragiriya xwe wenda kiribû.

Wek tê zanîn zêdetirî 165 nexweşên girtî di girtîgehên Tirkiyê de hene û li bendê ne ku hikûmet biryara serbest berdana wan bide.




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst