Cemxaneya Elewiyan cara yekem li Tirkiyê wek perestgeh hat nasîn

04-01-2014
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Şaredariya Dêrsîmê Edîbe Şahîn bi awayekî fermî di nava pîlanên avadanî û jîngehê de cemxane wekî “perestgeh” destnîşan kir û cihê wê diyar kir. Şahînê got ku li Tirkiyê cara yekem e gaveke bi vî rengî ji aliyê şaredariyekê ve tê avêtin.

Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, ji Rûdawê re ragihand ku ji aliyê rêveberiya Tirkiyê ve cemxane wekî perestgeh nayên nasîn û wiha got: "Li Tirkiyê cemxane hem nayê nasîn hem jî di fermîyetê de avakirina wê bi qanûnan hatiye qedexekirin. Civata Giştî ya şaredariya me biryar girt ku hem di nava pîlanên avadanî û jîngeha bajêr de wekî îbadetxane cih bide Cemxaneyan û hem jî îsal li Taxa Gazîkê dê cemxaneyekê çêbike."

Şahînê diyar kir ku wekî fermî li Tirkiyê cara yekem cemxane bi awayekî yekser mîna îbadetxane tê ravekirin. Di vî warî de Şahîn wiha axivî: "Li gora rêziknameya şaredariyan, şaredarî dikarin di pîlanên xwe de cihên civakî, îbadetxane, nexweşxane, rê û parkan destnîşan bikin. Niştecihên welatê Kirmanciye Dêrsîm jî hemû bawermendên Rêya Heq (Elewî) in. Li ser vê yekê wekî gava destpêkê, Civata Giştî ya Şaredariya Dêrsîmê biryar sitend ku li Taxa Gazîkê cihê îbadetxanê destnîşan bikin. Ji ber baweriya xelkê vir Elewîtî ye, ev îbadetxane dê cemxane be. Em ê di hundirê sala 2014an de li vê taxê cemxaneyekê çêbikin, piştre ji bo her taxek bajêr cemxaneyekê ava bikin."

Şaredariya Dêrsîmê ya ku li Tirkiyê cara yekem wekî fermî cihê Cemxaneyê di pîlana avadanî û jîngehê de destnîşan kir, dixwaze li hemû taxên bajêr cemxaneyan ava bike.

 

Şaredara Dêrsîmê got ku li Tirkiyê tenê bawermendên Sunnî najîn û wiha dirêjahî da daxuyaniya xwe: "Rêveberiya Tirkiyê mizgeftan, dêr û kenîşteyan/sînagogan nas dike, lê ji budçeya dewletê tenê alîkariyê dide mizgeftan. Her çend çûndiniyên dêr û kenîşteyan ji budçeya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Tirkiyê neyê terxankirin jî qe nebe ev perestgehana tên nasîn. Lê belê baweriyên wekî Elewîtiyê hem mîna bawerî nayê nasîn û qebûlkirin, hem jî perestgeh û îbadetxaneyên wan qedexe ne.

Li Tirkiyê di warê musilmantiyê de  tenê Hanefîtiya Sunetiyê tê nasîn. Rêveberiya Tirkiyê tenê Tirkên Sune nas dike, lê belê li Tirkiyê tenê ew najîn. Dîn û baweriyên cûda, netew û hindikahiyên cûda hene li Tirkiyê. Divê nêzîkatiya rêveberiyê ji bo hemû bawerî û rengan yeksan be."

Serokatiya Karûbarên Diyanetê li Tirkiyê yek ji saziya xwedî budçeya herî mezin e. Di 2013an de budçeya wê ji ya 11 wezaretan zêdetir bû.

Tenê mamostayên dînî yên Sune li Tirkiyê wekî karmendên fermî tên qebûlkirin û mûçeyên wan ji aliyê dewletê ve tên dayîn. Ji bo avakirina mizgeftan Serokatiya Karûbarên Diyanetê budçeya pêwîst terxan dike.

Perestegehên dînên Xirîstiyanî û Cihûtiyê, dêr û kenîşte ji vê budçeyê bi ti awayî sûd wernagirin, lê belê ev perestgehana ji aliyê dewletê ve tên nasîn û ne qedexe ne.

Perestgeha Elewiyan, cemxane ye. Cemxane wekî perestgeha baweriyekê nayê nasîn û bi ti awayî ji budçe jê re nayê veqetandin. Herwiha pîrên ku mamostayên vî dînî ne, wekî karmendên fermî nayên nasîn û ji dewletê mûçe nastînin, bi alîkariya bawermendan debara xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst