Malbatek ji ber xwarinê jehrî bû: Dayîk û keça wê mirin

03-12-2020
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Bakurê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qoserê dayîkek û keça xwe yên ji Rojava, ji ber xwarinê herî bûn û jiyana xwe ji dest dan, bav jî li nexweşxaneyê din bin çavdêriya hûr de ye.

Li navçêya Qosera Mêrdîna Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî bi gumana jehra xurekî malbateke ji Rojavayê Kurdistanê rakirin nexweşxanê.

Zekiye Şîno ya 40 salî û keça wê Şîndar Şîno ya 5 salî bi gumana jehrîbûnê bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin, lê nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Bav Evdilwehab Elhac ê 40 salî jî ku mîdeya wî hat şûştin niha rewşa wî giran e û li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de ye.

Li gor zanyariyên, ew malbata ji bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û berî 7 saln koçberî Bakurê Kurdistanê bûne.

Li aliyê din derbarê mirina dayik û zaroka wê de nexweşxane hat sûcdarkirin.

Hevlingê Evdilwehab Elhac, Mihemed Îsa got, “Êvarê saet 21:00an li min geriyan got ku ew nexweş in, saet di 23:00 de em çûn nexweşxanê, her yekê serûmek dan.”

Mihemed Îsa dibêje, “Bi şev saet derdora 02:00- 03:00 gotin bila herin malê, xwarin bixwin. Gava dîsa nexweş ketin wan bînin nexweşxanê. Ambûlansê ew birin malê dayîk û keça wê rehmet kirin.”

Li gor zanyariyan piştî otopsiyê dê sedema rasteqîn a mirina dayîk û keça wê bê zanîn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst