Helebçe dibe “Paytexta Aştiyê”

03-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Yasayî yê Serokê Herêma Kurdistanê Hakim Azad Mela Fendî got ku Serok Barzanî biryara binavkirina parêzgeha Helebçe wek paytexta aştiyê, îmza kir.

Hakim Azad Mela Fendî ji KDP.info re ragihand ku, Serok Herêma Kurdîstanê Mesûd Barzanî biryara binavkirina parêzgeha Helebçe wek paytexta aştiyê, îmza kir û wiha domand:

“Ew biryar piştî belavbûna wê di rojnameya Weqayî ya Kurdistanê de, dê bikeve warê bicihanînê de. Herwiha pêwîst e Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê riyên bicîhanîna wê biryarê bi cîh bîne.”

Şêwirmendê yasayî yê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew biryar ji aliyê manewî ve bi bandoreke mezin dibe û pêwîst e tevahiya pirsên girêdayî aştî û pêkvejiyanê li wê parêzgehê bên encamdan.

Tê zanîn ku di dawiya meha Îlonê de Parlamentoya Kurdistanê biryara binavkirina parêzgeha Helebçe wek “paytexta aştiyê” ragihandibû.

Li gorî xalên biryarê, parêzgeha Helebçe dê bibe paytexta aştiyê ya Herêma Kurdistanê  û konferans, civîn û merasîmên taybet li wê derê bên lidarxistin. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê salane butçeyekê ji bo vê mebestê ji Helebçeyê re diyar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst