Li Dîlokê şerê malbatan: 1 kuştî, 3 birîndar hene

03-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahinbey a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh bi şev 2ê Mijdarê di şerê du malbatan de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Guneş a Şahinbeyê, di navbera du malbatên cîran de ku pêştir pirsgirêk di navbera wan de hebûn nîqaş derket û şer destpê kir.

Herdu aliyan bi çekan êrîşî hev kirin û di encam de 4 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 4 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarê bi navê Halil G. canê xwe ji dest da. Her sê kesên din li nexweşxaneyê çareserî wergirtin û li gor agahiyan rewşa wan a tendirustiyê baş e.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin û kesek hat desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst