Galeriya wêneyan

04-11-2019
12 Photos
RÛDAW

Hêzên amerîkî vegeriyan bo devera Rimêlanê û gundewarên derdorê ku dikevin navbera bajarê Qamişlo û deriyê Sihêla ku ev navçe bi navûdeng e bi bîrên petrolê.

Piştî vekişîna hêzên amerîkî û destpêkirina êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya Amerîkayê dubare biryar da ku beşek ji hêzên xwe vegerîne bo parastina bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ber deriyê Koşka Spî ji rojnamevanan re ragihand, “Ez ji neftê hez dikim û yên din dikarin li ser sînor gerên hevbeş pêk bînin. Em dê petrolê biparêzin” û diyar kiribû, “Em li gel Kurdan kar dikin.”

 

Wêne: Rûdaw