Reşad Ozkan
Köln (Rûdaw) - Radyoya ferma ya Almanyayê Deutsche Welle (DW) di 31ê Cotmehê de li ser Başûrê Kurdistanê raportek belav kir. Ji bo Deutsche Welle rojnamevan Judit Neurink di reportaja xwe ya bi wêne de pesnê Kurdistanê dide û dinivîse ku ciwan û malbatên Kurdên Başûr ji Almanya, Holenda, Swed û hwd. ji bo jiyaneke nû bar dikin Başûrê Kurdistanê. Rojnamevana DW wiha dinivîse: “Kurdên Ewropayê edî nikarin welatê xwe Kurdistanê nas bikin, xwe li welêt xerîb dibînin, ji ber ku Başûrê Kurdistanê di aliye aborî û avadaniyê de pirr bi pêş de çûye, jiyan û tekiliyên di navbera mîrovan de pirr guherî ne. Li ber çavên xwe welatêkî xerîb dibînin.“
Lê rojnamevana radyoyê çavên xwe li ber gendeliyê jî negirtiye û wiha nivîsa xwe berdewam dike: “Di hundirê 10 salan de herêm ji aliyekî de di beşa aborî, teknolojiya nû û avakirin û mîmariyê de pirr pêş de çûye, li aliyekî din jî gendelî û beêdaletiyê destên hevdu girtine û dimeşin. Divê mîrov ji bîra jî nekê ku Kurdistan ji bo hemwelatiyên xwe û biyaniyan jî şansên pirr mezintir pêşkêş dike. Herêm xwedî hikûmetek, parlemenek û aboriyekê ye. Le diravekî serbixwe yê heremê tine ye, giredaye Dînarên Iraqê ye. Ji her aliyên cihanê karsaz û kompaniyên mezin sermayeyeke mezin dixin Kurdistanê, karê bazirganiyê dikin. Bi arîkariya pêşketina bilez ya aborî, bingeh û jingehên bajarên wekî Hewlêr û Silêmaniyê di demeke kurt de, di hundirê çend salên dawiyê de, bi temamî guherî ye.“
Deutsche Welle herwiha cih dide nêrînên hinek Kurdên ji Ewropayê yên ji nû de şûnde vergeriyane Kurdistanê. Derhênea kurd Berî Şalmaşî (29) ji Holendayê ye, wê pirraniya temênê xwe li Ewropayê derbas kiriye û ji bo radyoya DW wiha dibêje: “Di xerîbiyê de ez bi salan bibûm evîndara Kurdistanê. Ez dixwazim li Kurdistanê xewn û xeyalên xwe ava bikim. Ez dixwazim li ser jiyana Hewlerê fîlmekî çêbikim.“
Hewlêr bi şev
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse