Li kampa Qûştepe bexçeyek ji zarokan re hat avakirin

03-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Qûştepe ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, projeya baxçeyekî zarokan ji aliyê rêveberiya qezaya Qûştepe û rêxistina Hana tê avakirin. Di roja yekê ya dewama baxçeyê de ku bi alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hatiye avakirin, pêlav bi ser zarokan de hat belavkirin.

Ev baxçe ji bo wan zarokên ku temenê wan 5 sal e. Girîngiya projeyê ewe ku zarok rojên xwe bi xweşî û bi fêde derbas bikin. Herwiha ji bo ku hest bikin ku jiyana wan normal derbas dibe. Zarok li wir, fêrî tîpên erebî û ingilîzî û herwiha tiştên destpêkê fêr dibin ji bo ku ji qonaxa yekem a perwrdeyê re amade bin.

Zarokan di nava baxçe de bi gotina tiştên ku fêr bûne, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ev kamyona remlê jî, ji aliyê xêrxwazekî ve hatiye pêşkêşkirin. Projeya baxçeyê zarokan hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye û pêwîstiya wê bi alîkariya gelek kes û aliyan heye, nexasime karsazên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst