Salih Mislim: Li Rojava, DAIŞ nemaye bila Pêşmerge herin Cerablusê şerê DAIŞê bikin!

03-10-2015
Mihyedîn Hisên
Salih Mislim
Salih Mislim
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Salih Mislim îdia kir, ji ber ku DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê nemaye lewma ew nahêlin Pêşmerge derbasî Rojava bibin û got, bila Pêşmergeyên herin Cerablus û Izazê û li wan deran şerê DAIŞê bikin. Mislim her wiha pêşwaziya mudaxeleya Rûsya li şerê Sûriyê jî kir.

 

Her ku diçe aliyên beşdar di şerê li Sûriyê de zêdetir dibin û herî dawî jî, Rûsya bi awayekî rasterast operasyonên asmanî li Sûriyê pêk anîn û tevî ku şer li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî germ bûye û bi taybet li çiyayê Kizwan û taxa Şêxmeqsûd a Helebê, lê heta niha jî rê nayê dayîn Pêşmerge derbasî Rojava bibin.

 

Piştî ku êrîşên Rûsya li Sûriyê destpê kirin gellek karvedan li ser wê yekê derketin holê û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim jî di hevpeyvînekê de ligel malpera Al-Monîtor, behsa destêwerdana Rûsya û çend mijarên din kir.

 

Salih Mislim di hevpeyvîna xwe de ragihand ku ew destêwerdana Rûsya li Sûriyê erênî dibînin ji ber ku Rûsya şerê DAIŞê dike û got ku ew amade ne hevrêziyê ligel her aliyekî bikin ku şerê terorê dike.

 

Derbarê wê yekê de ku Rûsya ne tenê li DAIŞê dide, lê belê li hin aliyên din jî dide ku di nav wan de hêzên opozîsyonê Sûriyê jî weke Ahrar El-Şam hene. Salih Mislin he wiha got ku ew aliyên ku Rûsya êrîşî wan dike hemû weke DAIŞê tendrew in çi Cebhet El-Nusra be çi jî Ehrar El-Şam be.

 

Hevserokê PYDê herwiha anî ziman ku piştî beşdarbûna Rûsya di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê, êdî eger Tirkiye bixwaze destêwerdana leşkerî di Sûriyê de bike dê Rûsya rê li ber wê bigire.

 

Di bersiva vê pirsê de ku gelo îhtimala wê heye destêwerdana Rûsya bihêle Esed li ser desthilatê bimîne, Salih Mislim got, îhtimala wê heye Esed di qonaxa veguhêz de weke serokê Sûriyê bimîne lê tekez kir ku Esed piştî wê qonaxê bimîne.

 

Derbarê wan îdiayên ku dibêjin PYD nêzîkî Esed e, hevserokê PYDê destnîşan kir ku ew li dijî desthilata Sûriyê ne û got ku ewê hewlên xwe bidomînin heta kantonên Rojava di destûra Sûriyê de were ziman.

 

Li ser sedema rênedan ji pêşmergeyên Rojava re ku derbas bibin, hevserokê PYDê got, niha DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê nemaye, eger pêşmergeyên Rojava dixwazin şerê DAiŞê bikin bila biçin navbera Cerablus û Izazê şer bikin ku ew navçe jî niha di destê DAIŞ û çend grûpên radîkal de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst